.Li bajarê Kobanê, bi sedan xwendevan li Qada Şehîd Egîd kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişandin ser girîngiya perwerde û parastina Zimanê Kurdî
Daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Hêlîn Omer Hisên ve hat xwendin.
Xwendevanan di daxuyaniya xwe de ev daxwawz kir: “Mafê perwerdeya bi Zimanê Kurdî were nasîn û parastin û ti ziman li ser zimanekî din neyê ferzkirin. “
Xwendevanan anî ziman ku Mafê hemû gelên Sûriyê heye ku perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê mîsoger kirin.
Herî dawî xwendevanan ev gotin: “Em ne li dijî zimanekî ne, em li dijî ferzkirinê ne. Em ne li dijî gelên dinin, em mafê xwe dixwazin. Zimanê Kurdî nasnameya me, diroka me û hebûna me ye. “
Your Comment